12 Ji bo Şawûl, kurê wî Yonatan û Mala Îsraêl a gelê Xudan, heta êvarê giriyan, şîna wan kirin û rojî girtin. Çimkî ew hatibûn kuştin.
Gel li dora Dawid civiya. Gelekî xwestin ku beriya bibe êvar tiştekî bixwe, lê Dawid sond xwar û got: “Heta tav hebe, ezê ne nan ne jî tiştekî din bixwim. Heke na bila Xwedê eynî tiştî û jê jî xerabtir bîne serê min!”
Bi ketina dijminê xwe şa nebe Û bi terpilîna wî, bila dilê te kêfxweş nebe.
Xwezî serê min kanî Û çavê min çavkaniya hêsiran bûya Ku ez ji bo kuştiyên gelê xwe yê delal, Bi şev û roj bigiriyama.
Tas bi tas şerabê vedixwin, Zeyta herî xweş li xwe didin Û li ser wêranbûna Ûsiv xemgîn nabin!
Lê ez ji we re dibêjim, ji dijminên xwe hez bikin û ji bo yên ku tengahiyê didin we dua bikin,
Ma kî lewaz dibe û ez lewaz nabim? Ma kî tê terpilandin û ez naşewitim?
Bi kurtî, hûn hemû hemfikir bin, derdên hev hilgirin, ji hevdû hez bikin, dilbirehm û nefsbiçûk bin.
Piştre hestiyên wan hildan û di bin dargezeka li Yavêşê de veşartin. Heft rojan rojî girtin.
Hema wê rojê Şawûl, sê kurên wî, çekdarê wî û tevahiya zilamên wî bi hev re mirin.