10 Rabûm çûm û min ew kuşt. Min dizanibû gava bikeve erdê wê di cih de bimire. Min rahişt taca serê wî, bazbendê milê wî û ew anî vir, ji xweyê xwe re.”
Dawid ji Emalêqî re gotibû: “Ji xwîna xwe tu bi xwe berpirsiyar î. Ji ber ku bi gotina ‘Min, kifşkiriyê Xudan kuşt’ te bi devê xwe, şahidî li dijî xwe kir.”
Wî taca Padîşahê Emmoniyan ji serê wî hilda. Taca ku bi kevirên hêja hatibû nexşkirin û giraniya wê bi qasî telantek zêr bû da serê Dawid. Dawid ji bajêr gelek talan bir.
Wî kurê padîşah derxist derve, tac danî serê wî û Şerîet spart wî. Wan ew kir padîşah. Yehoyada û kurên wî ew rûn kir, li çepikan xist û got: “Her bijî padîşah!”
Çimkî hûn bi çi awayî yên din dadbar bikin, hûn jî, hûnê bi wî awayî bên dadbarkirin. Hûn bi kîjan pîvanê bipîvin, wê bi wê pîvanê ji we re jî bê pîvandin.
Adonî-Bezeq got: “Heftê padîşahên ku tiliyên mezin ên dest û lingên wan hatine jêkirin, ji bermayiyên sifreya min dixwarin. Xwedê bergîdana kirinên min da.” Wan ew anî Orşelîmê û ew li wir mir.
Avîmelek di cih de gazî xulamê xwe yê ku çekan hildigire kir û got: “Şûrê xwe bikişîne û min bikuje. Bila kes li ser min nebêje: ‘Jinekê ew kuşt.’” Xulam lê xist û kuşt.
Li ser vê yekê padîşah, emir da Doêg û got: “Tu here kahinan bikuje.” Doêgê Edomî jî çû kahin kuştin. Wê rojê Doêg, heştê û pênc kesên ku kirasê kahintiyê yê kitan li wan bûn kuştin.