9 Guh bide dengê wan, lê wan bi awayekî eşkere hişyar bike. Behsa rêbaza serweriya wî padîşahî ji wan re bike ku wê bibe padîşahê wan.”
Çimkî ji roja ku min bav û kalên we ji welatê Misrê deranî heta îro min bi dil ew hişyar kirin. Min gelek caran ew hişyar kirin ku guh bidin dengê min.
Samûêl rê û rêbazên padîşahiyê ji gel re got. Wî wekî tomarê nivîsî û danî ber Xudan. Paşê her kesî şand malê.
Ji vir pê ve, Samûêl ji gelê Îsraêl re wiha got: “Min guh da hemû tiştên ku we ji min re gotiye: Min padîşahek ji we re tayîn kir.
Di hemû rojên Şawûl de, bi Filîstiyan re şerekî dijwar hebû. Dema Şawûl mêrxasek, an jî zilamekî wêrek didît, ew hildida ba xwe.
Guh nedidan rêznameya kahinan a li ser xelkê. Dema kesek goştê qurbanê dikeland, xizmetkarê kahin, di destan de bi sêgoyeke mezin dihat.
Ji roja ku min ew ji Misrê deranîn heta niha, çi anîbin serê min ew anîne serê te jî. Wan dev ji min berda û xulamiya îlahan kir.