Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl I, 8:5 - Kurmanji Încîl

5 Jê re got: “Va ye tu êdî kal bûyî. Kurên te di riya te de nameşin. Were, tu jî wekî hemû miletan padîşahekî kifş bike ku bibe serwerê me.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl I, 8:5
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ez ji ser zinaran, wan dibînim, Ji ser giran li wan dinêrim. Ew miletekî ku bi tena serê xwe dijî Û xwe di nav miletan de nahesibîne.


Piştre wan padîşahek xwest û Xwedê Şawûlê kurê Kîş ji eşîra Binyamîn da wan û wî çil salan padîşahî kir.


Paşê gelê Îsraêl ji Gîdyon re got: “Tu, kurê te û kurê kurê te ji me re serweriyê bikin. Çimkî te em ji destê Mîdyaniyan rizgar kirin.”


Lê we pişta xwe daye wî Xwedayê xwe ku hûn ji hemû zilm û zoriyan rizgar kirine. Lê we got: ‘Na! Ji me re padîşahekî kifş bike.’ Niha li ber Xudan, eşîr bi eşîr û binemal bi binemal bisekinin.”


Va ye ew padîşahê ku we hilbijart, padîşahê ku we xwestibû! Xudan ew li ser we kir padîşah.


Ma îro ne dema dirûna genim e? Ezê niha gazî Xudan bikim ku gurîniya ezmên û baranê bişîne. Bi vî awayî bi xwestina padîşahekî, hûnê fêm bikin ku di çavê Xudan de we xerabiyeke çiqas mezin kiriye.”


Niha padîşahekî we ku rêberî ji we re bike heye. Lê ez pîr bûme, porê min spî bûye. Kurên min jî bi we re ne. Ji ciwaniya xwe heta îro min ji we re rêberî kir.


Mitala kerên xwe nekin ku ev sê roj in winda ne. Ew hatine dîtin. Ma hêviya gelê Îsraêl ji bo kê ye? Ma ne ji bo te û malbata bavê te ye?”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ