Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl I, 8:11 - Kurmanji Încîl

11 Wî got: “Kesê ku ji we re padîşahiyê bike wê serweriya wî wiha be: Wê kurên we deyne ser erebeyên şer û wan bike siwariyên xwe. Wê erebeya wî ya şer biparêzin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl I, 8:11
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Avşalom ji xwe re erebeyeke şer, hesp û ji bo ku li pêş wî baz bidin pêncî mirov amade kirin.


Adoniyayê kurê Haggîtê xwe qure kir û got: “Ez im ê ku bibe padîşah.” Ji xwe re erebe, siwarî û pêncî kes amade kirin ku li pêş wî bibezin.


Silêman hesp û erebeyên şer berhev kirin. Hezar û çar sed erebe û duwanzdeh hezar hespên wî hebûn. Wî hinek ji wan li bajarên ku ji bo erebeyan hatibûn terxankirin û hinek jî li Orşelîmê li ba xwe bi cih kirin.


Ciwanên ku pê re mezin bûbûn jê re got: “Ji wî gelê ku ji te re dibêje: ‘Bavê te nîr li ser me giran kir, tu nîrê me sivik bike’ re, wisa bêje: ‘Tiliya min a qilîçanê, ji navtenga bavê min stûrtir e!


“Bavê te nîrekî giran xistiye stûyê me. Niha tu vê xulamiya bavê xwe ya dijwar û nîrê giran ku xistiye stûyê me sivik bike û emê ji te re xulamiyê bikin.”


Lê Rehovamê Padîşah li cihê wan, mertalên tûnc çêkirin û dan fermandarên parêzvanên dergehê qesra padîşah.


Destê Xudan li ser Êlyas bû. Wî pişta xwe girê da û heta Yîzreyêlê li pêşiya Ahav beziya.


Samûêl rê û rêbazên padîşahiyê ji gel re got. Wî wekî tomarê nivîsî û danî ber Xudan. Paşê her kesî şand malê.


Di hemû rojên Şawûl de, bi Filîstiyan re şerekî dijwar hebû. Dema Şawûl mêrxasek, an jî zilamekî wêrek didît, ew hildida ba xwe.


Şawûl ji wan re wiha got: “Ya mirovên Binyamînî, niha guhdar bin! Ma wê kurê Yêşa rez û zeviyan bide her yekî ji we? Wê her yekî ji we bike sersed û serhezar?”


Guh bide dengê wan, lê wan bi awayekî eşkere hişyar bike. Behsa rêbaza serweriya wî padîşahî ji wan re bike ku wê bibe padîşahê wan.”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ