14 Ji Eqron heta Gatê, bajar û derdora wan li gelê Îsraêl vegerandin ku ji destê Filîstiyan standibûn. Aştiya gelê Îsraêl û Amorî saz bû.
Piştî demekê Dawid Filîstî têk birin û kirin bin dest. Wî Gat û gundên wê ji destê Filîstiyan standin.
Wek ku Xudan li wan emir kiribû, Wan gel helaq nekirin,
Li Negevê Emalêqî dimînin. Li herêma çiyayî Hîtîtî, Yevûsî û Amorî dimînin. Li kêleka deryayê û keviyên Çemê Şerîayê Kenanî dimînin.”
Hûnê hemû gelên ku wê Xwedayê we Xudan bide destê we tune bikin. Li ber wan nekevin û xulamiya îlahên wan nekin. Çimkî wê ev ji bo we bibe dafik.
gava Xwedayê we Xudan ew dan destê we û we li wan xist, hûnê wan bi tevahî tune bikin. Hûnê bi wan re peymanekê çênekin û li ber wan nekevin.
Paşê pênc padîşahên Amoriyan –padîşahên Orşelîm, Hevron, Yarmût, Laxîş û Eglonê– artêşên xwe civandin û çûn. Wan li dijî Gîvonê artêşgehê xwe ava kir û şer kir.
sînor dirêjî palên bakurê Eqronê dibû, ber bi aliyê Şîkkeronê ve ditewiya, derdiket Çiyayê Baalayê, digihîşt Yavneyêlê û li Derya Spî diqediya.
Sîserayê ku reviya, bi peya çû û ket konê Yaela jina Heverê Qênî. Çimkî di navbera Yavînê Padîşahê Hasorê û binemala Heverê Qênî de aştî hebû.