Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl I, 7:12 - Kurmanji Încîl

12 Samûêl kevirek hilda û di navbera Mîspa û Şênê de daçikand. “Xudan heta vir alîkariya me kiriye” got û navê Even-Êzer li vî kevirî kir.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl I, 7:12
18 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Îbrahîm navê wê derê “Yahwe-Yîre” danî. Heta îro jî dibêjin: “Li çiyayê Xudan wê bê peydakirin.”


Aqûb li dera ku Xwedê pê re peyivîbû kêlikek çikand. Wî li ser zeyt û pêşkêşiya rijandinê rijandin.


Ey Xwedê, ji zaroktiya min ve te ez fêr kirim, Karên te yên rewnaq hê jî ez dibêjim.


Ji roja ku ez çêbûm vir ve, tu ji min re bûyî destek, Te ez ji malzaroka diya min deranî û anîm dinê. Sipasiya min hergav ji te re ye.


Mûsa gorîgehek çêkir û navê wê “Yahwe-Nissî” danî.


Wê rojê wê li nav welatê Misrê ji Xudan re gorîgehek û li sînorê wê ji Xudan re kevirbel bê çikandin.


Lê min alîkarî ji Xwedê stand û ez heta îro mam û ji biçûk û mezinan re şahidiyê didim. Ez ji tiştên ku pêxemberan û Mûsa gotine ku wê çêbin pê ve, tiştekî din nabêjim:


Wî em ji talûkeya mirinê ya ewqas mezin rizgar kirin û wê hê jî rizgar bike. Hêviya me ji wî heye


Herwiha Yêşû di nava Çemê Şerîayê de, li cihê ku lingên kahinên Sindoqa Peymanê hildigirin disekinîn, duwanzdeh kevir daçikandin. Ev kevir îro jî li wê derê ne.


Şawûl hema li wir ji Xudan re gorîgehek çêkir. Ev gorîgeha pêşî bû ku wî ji bo Xudan çêkir.


Gotinên Samûêl li tevahiya gelê Îsraêl belav bû. Gelê Îsraêl rabû çû ku şerê Filîstiyan bikin. Wan li bajarê Even-Êzerê artêşgeh danî. Filîstiyan jî artêşgeha xwe li bajarê Afêqê danî.


Filîstiyan, piştî ku Sindoqa Xwedê desteser kirin, wê ji Even-Êzerê birin Aşdodê.


Îsraêl ji Mîspayê derketin, heta Bêtkarê dane pey Filîstiyan û qira wan anîn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ