Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl I, 7:1 - Kurmanji Încîl

1 Gelê Qîryat-Yearîmê hat Sindoqa Xudan hilda û ew bir mala Avînadav ku li ser girekî bû. Ji bo ku xweyîtî li Sindoqa Xudan bike Êlezarê kurê Avînadav kifş kirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl I, 7:1
9 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wê gavê em Sindoqa Xwedayê xwe ji xwe re bînin, çimkî di rojên Şawûl de me guh nedayê.”


Me bihîst ku Sindoqa Peymanê li Efratayê ye, Me ew li zeviya Yaerê dît.


Xwe bidin alî, xwe bidin alî! Ji wê derê derkevin Û dest nedin tiştê qirêj. Ya kesên ku taximên Xudan hildigirin! Ji nav wê derê derkevin Û xwe paqij bikin.


Ji wir sînor ber bi aliyê din ve ditewiya. Ew ji rojhilatê çiyayê başûrê wê derê ku li pêşberî Bêthoronê ye, ber bi aliyê başûr ve diçû û li Qîryat-Baala ku bajarê Cihûdayiyan e –ku Qîryat-Yearîm e– diqediya. Sînorê rojava ev bû.


Ew bi rê ketin û di roja sisêyan de gihîştin bajarên wan; Gîvon, Kefîra, Beêrot û Qîryat-Yearîmê.


Paşê ji şêniyên Qîryat-Yearîmê re qasid şandin. Wan got: “Filîstiyan Sindoqa Xudan vegerandin. Werin bibin.”


Sindoq demeke dirêj, bi qasî bîst salan li Qîryat-Yearîmê ma. Di wê navberê de tevahiya Mala Îsraêl bêriya Xudan kir.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ