Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl I, 5:8 - Kurmanji Încîl

8 Li ser vê yekê wan çend qasid şandin. Wan gazî tevahiya begên Filîstiyan kir û got: “Em çi ji Sindoqa Xwedayê Îsraêl bikin?” Began got: “Sindoqa Xwedayê Îsraêl bibin Gatê.” Bi vî awayî Sindoqa Xwedayê Îsraêl birin Gatê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl I, 5:8
11 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Zavad û Şûtelah, herwiha Êzer û Êlad. Gatiyên ku li welêt çêbûne, Êzer û Êlad kuştin. Çimkî dihatin ku heywanên wan talan bikin.


Herin bajarê Kalnêyê û bibînin, Ji wir herin Hamaya mezin Û dakevin bajarê Gatê yê Filîstiyan. Ma hûn ji van padîşahiyan çêtir in? Gelo sînorê wan ji sînorê we ne firehtir e?


Wê rojê ezê Orşelîmê ji bo hemû miletan bikim kevirekî giran. Her kesê rake, wê bi awayekî xedar birîndar bibe. Wê hemû miletên dinyayê, li dijî Orşelîmê bibin yek.”


a ku ji Çemê Şîhorê yê li rojhilatê Misrê, ber bi aliyê bakur ve heta sînorê Eqronê diçû û axa Kenaniyan tê hesibandin –pênc begîtiyên Filîstiyan hene; Xeza, Aşdod, Aşqelon, Gat û Eqron– axa Ewiyan,


sînor dirêjî palên bakurê Eqronê dibû, ber bi aliyê Şîkkeronê ve ditewiya, derdiket Çiyayê Baalayê, digihîşt Yavneyêlê û li Derya Spî diqediya.


Ji artêşgeha Filîstiyan pehlewanekî bi navê Golyatê Gatî derket meydanê. Bejna wî şeş gaz û bostek bû.


Leşkerên gelê Îsraêl û Cihûdayî qîrîn, rabûn û heta Gatê û ber dergehên Eqronê li pey Filîstiyan çûn. Birîndarên Filîstiyan heta Gat û Eqronê li ser riya Şaerayîmê ketin.


Li ser vê yekê Axîş gazî Dawid kir û got: “Bi navê Xudanê Jîndar tu mirovekî rast î. Min dixwest tu bi min re beşdarî şer bibî. Ji roja ku tu hatî ba min heta niha, min tu tevgereke te ya çewt nedîtiye. Lê begên Filîstiyan ji te hez nekirin.


Tevahiya begên Filîstiyan berhev kirin û gotin: “Sindoqa Xwedayê Îsraêl ji vir dûr bixin û bişînin cihê wê. Ji bo ku me û gelê me helak neke.” Çimkî tirsa mirinê ketibû her derê bajêr. Cezayê Xwedê pir giran bû.


Aşdodiyan li ser vê yekê wiha got: “Sindoqa Xwedayê Îsraêl divê li ba me nemîne, ji ber ku wê em jî, îlahê me Dagon jî bi awayekî giran ceza kir.”


Filîstiyan gazî kahin û falbazan kir û got: “Em çi ji Sindoqa Xudan bikin? Ka ji me re bêjin, em çawa vegerînin?”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ