Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl I, 5:4 - Kurmanji Încîl

4 Lê roja din, gava ew serê sibê zû rabûn, wan dîsa dît ku Dagon li ber Sindoqa Xudan serdevkî li erdê ye. Vê carê serê wî û herdu milên wî şikestibûn, li ber şêmîkê bû û bi tenê gewdeya wî mabû.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl I, 5:4
11 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Loma wê sûcê Aqûb bi vê bê bexişandin, Wê tevahiya berê rakirina gunehên wan wiha pêk bê: Wê hemû kevirên gorîgehê, Wekî kilsa kutayî biperçiqîne. Êdî wê ne pûtekî Aşêrayê Ne jî gorîgehên bixûrê li ser piyan bimînin.


Mirovekî hêza wî têra pêşkêşiyeke wiha neke, Perçek darê ku narize hildibijêre. Ji bo xwe li hosteyekî digere Ku jê re pûtekî qewirandî çêke Û ji cihê xwe neleqe.


“Tê ji wan re wiha bêjî: ‘Îlahên ku erd û ezman neafirandine, Wê ji erdê û ji bin ezmanan tune bibin.’”


Her kes ehmeq û nezan e. Her zêrker ji ber pûtên xwe şerm dike, Çimkî pûtên wî yên rijandî derew ne, Hilma wan tuneye.


Ew pûç û vala ne, karên hîleyê ne. Di dema cezakirina wan de wê tune bibin.


“Di nav miletan de bêjin, bidin bihîstin! Alê daçikînin, bidin bihîstin! Veneşêrin û bêjin: ‘Babîl hat standin! Bêlê îlah şermezar bû, Mardûk hat şikestin. Îlahên wê şermezar bûn, pûtên wê şikestin.’


Wê îlahên wan, ango pûtên wan ên rijandî, bi firaxên zêr û zîvîn re hilde û bibe Misrê. Wê ji bo çend salan Padîşahê Bakur rihet bihêle.


Wê hemû pûtên wan perçe bibin. Wê tevahiya diyariyên wê yên zinayê bên şewitandin Û ezê hemû pûtên wan wêran bikim. Ji ber ku wan ew wekî qezenca fahîşeyan civandin, Wê bibin mîna qezenca fahîşeyan.”


Loma jî çawa ku kunêr û mişkan vî welatî xera dikin, hûn jî wisa bikin. Bi vê yekê, Xwedayê Îsraêl rûmetdar bikin. Dibe ku Xwedayê wan cezayê li ser we, welatê we û îlahên we kêmtir bike.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ