3 Dawid û zilamên xwe, dema hatin wir, fêm kirin ku, bajar hatiye şewitandin, jinên wan, kurên wan, keçên wan, hatine êsîrkirin.
Pirr gellek in derdê rastan, Belê Xudan wan xelas dike ji hemûyan.
Çimkî Xudan, wî yê ku jê hez dike, edeb dike Û her kurê ku qebûl dike ceza dike.»
Va ye, hinek ji kinîşta Îblîs hene. Ew ne Cihû ne, lê bi derew ji xwe re dibêjin Cihû. Ezê wisa bi wan bikim, ku ewê bên û li ber lingên te herin ser çokan û wê bizanin ku ez ji te hez dikim.
Ew tevî malbatên xwe li Gatê li ba Axîş bi cih û war bûn. Her du jinên Dawid li ba wî bûn; Ahînoema Yîzreyêlî û Avîgayila kevnejina Navalê Karmelî.
Tu kesî nekuştibûn. Jinên wir, çi biçûk, çi mezin her kesê li wir êsîr kiribûn. Piştre hemûyan bi xwe re biribûn û çûbûn.
Heta ku hêza wan qediya û bi dengekî bilind giriyan.