2 Tu kesî nekuştibûn. Jinên wir, çi biçûk, çi mezin her kesê li wir êsîr kiribûn. Piştre hemûyan bi xwe re biribûn û çûbûn.
Û got: ‘Tê heta vir werî û derbas nekî. Wê pêlên te yên qure li vir bisekinin.’
Ya rast, xezeba mirov ji te re pesindan e, Xezeba bermayî, ji bo te bêziyan e
Dawid ji bo ku tu kesî bi xwe re nebe Gatê, ne jin ne jî mêr tu kesî sax nedihişt. Çimkî wî digot: “Bila neçin Gatê û nebêjin: ‘Dawid wiha kir, wisa kir, li dijî me xeber nedin.’” Dawid li ser axa Filîstiyan çiqas ma ev yek berdewam kir.
Xort, kal, kur, keç, malên talankirî, bi kurtahî, ji tiştên ku Emalêqî standibûn. Her tişt kamil û temam bû. Dawid hemûyan paş ve standin.
Dawid û zilamên xwe, dema hatin wir, fêm kirin ku, bajar hatiye şewitandin, jinên wan, kurên wan, keçên wan, hatine êsîrkirin.