3 Qendîla Xwedê hê netefiyabû. Samûêl li Perestgeha Xudan ku Sindoqa Xwedê bû, radiza.
Min tiştekî xwest ji Xudan, ez li wî geriyam: Temaşekirina bedewiya Xudan, Li perestgeha wî, ji bo ku ez ji wî re bibim heyran, Hemû rojên jiyana xwe li mala wî biborînim.
Dengê Xudan xezalan dide zayin, Pelên daristanan diweşîne. Li perestgeha wî herkes «Berzî» diqîre.
Belê ezê, bi wê kerema te ya mezin, Di hundirê mala te kevim, Bi tirs serî li ber perestgeha te ya pîroz deynim.
“Tê ji zêrê xas şamdankekê çêkî. Wê ling û stûna wê ji karê kutayî be. Wê tasik, tevî kulîlk û qalikên wan, ji wê bin.
Ji ber ku zarokên Hannayê çênedibûn, hewiya wê belaya xwe didayê û ew diêşand.
Piştî xwarin û vexwarina li Şîloyê, Hanna rabû. Eliyê kahin, li ser kursiyê li ba kêleka dergehê Perestgeha Xudan rûniştîbû.