7 Dawid û Avîşay wê şevê ketin artêşgehê. Şawûl rima wî li ber serê wî di axê de daçikandî li navenda artêşgehê radiza. Avnêr û leşker jî li derdora wî radizan.
Ahîmelekê Hîtîtî û Avîşayê birayê Yoav kurên Serûyayê bûn. Dawid ji wan re got: “Wê kî bi min re bê artêşgehê ba Şawûl?” Avîşay got: “Ezê bi te re bêm.”