5 Li ser vê yekê Dawid çû cihê ku Şawûl artêşgeh lê daniye û dît ku Şawûl û fermandarê artêşa wî Avnêrê kurê Nêr radizin. Şawûl li nava artêşgehê, leşker jî li dora wî radizan.
Dema ku Avnêr zivirî Hevronê, Yoav bi hinceta hevdîtineke taybet a pê re, ew bir ber dergehê bajêr. Ji ber ku xwîna Esahêlê birayê wî rijandibû, Yoav li wê derê zikê Avnêr da ber şûran û ew kuşt.
Şawûl dît ku Dawid şerê Golyatê Filîstî dike. Ji Avnêrê fermandarê artêşê pirsî: “Ya Avnêr, ev xort kurê kê ye?” Avnêr got: “Bi serê te nizanim padîşahê min.”