2 Li ser vê yekê Şawûl bi sê hezar leşkerên bijare yên Îsraêlî re, çû Beriya Zîfê ji bo ku li Dawid bigere.
Yên li kuştina min digerin, danîn li ber min kozik, Yên li xesara min digerin, gotinên xerab dibêjin. Şeveroj hîle difikirin.
wî ji nav gel sê hezar kes hilbijartin. Ji wan, du hezar kes li Mîkmasê û li herêma çiyayî ya Bêt-Êlê pê re bûn. Hezarê din jî li bajarê Gîvayê yê welatê Binyamîn bi Yonatan re bûn. Kesên din jî wî şandin konên xwe.
Jê re got: “Tu zilamekî ji min rastir î. Min xerabî li te kir, lê te bi qencî bersiva min da.
Şawûl ji tevahiya gelê Îsraêl sê hezar leşkerên bijare civandin ku li Bilindciyê Pezkoviyan li Dawid û zilamên wî bigere.
Di rê de rastî hevşiyên pêz hat. Li wir şikeftek jî hebû. Şawûl ji bo avrêjê ket şikeftê. Dawid û zilamên wî jî, di binê vê şikeftê de diman.