16 Te karê xwe nîvco hişt. Bi navê Xudanê Jîndar mirin heqê we hemûyan e! Çimkî we xweyê xwe, kifşkiriyê Xudan neparast. Ka here binêre, rima li ber serê padîşah û şerbikê wî ya avê li ku ye?”
Ji ber ku hemû kesên malbata kalê min mirinê heq kirine, te li ser sifreya xwe cihekî taybet da xulamê xwe. Ji vê bêtir ma heqê min ku tiştekî ji te daxwaz bikim heye padîşahê min?”
Padîşah ji Aviyatarê Kahin re got: “Biqeşte here Enatotê! Here ser zeviyên xwe. Tu yê kuştinê yî, lê îro ez te nakujim. Çimkî te li pêş bavê min Dawid, Sindoqa Reb Xudan hilgirt û di hemû tengasiyan de bi bavê min re zehmetî dît.”
Demekê em jî, em hemû di nav wan de, me bi daxwaza fikir û bedena xwe kir, em li gor xwestekên nefsê rêve çûn. Ji xwe em jî wek ên din, zarokên xezebê bûn.
Dawid got: “Ma tu ne mêrxas î? Ma di nava gelê Îsraêl de kesekî wekî te heye? Te xweyê xwe, padîşahê xwe neparast. Ji bo ku wî bikuje, kesek hat û ket artêşgehê.