4 Li ser vê yekê Dawid careke din bi Xudan şêwirî. Xudan jê re careke din got: “Rabe, here Qeîlayê! Çimkî ezê Filîstiyan bi destê xwe radestî te bikim.”
Piştî vê yekê Dawid ji Xudan pirsî û got: “Gelo ez neçim bajarekî Cihûdayê?” Xudan got: “Here.” Dawid pirsî: “Ez herim kîjan bajarî?” Xudan got: “Here Hevronê!”
Gîdyon ji Xwedê re got: “Tu li min hêrs nebe, bihêle ez tiştekî din bêjim. Destûr bide ku ez bi hiriyê careke din biceribînim. Bila vê carê hirî ziwa be û tevahiya axê bi xunavê şil bibe.”
Xudan ji Gîdyon re got: “Ezê we bi sê sed kesên ku dirêjî avê dibûn û bi zimanê xwe avê diçeliqandin, rizgar bikim. Ezê Mîdyaniyan bidim destê te. Bila kesên din vegerin malê.”
Lê zilamên wî ji Dawid re got: “Binêre, gava em li vir, li Cihûdayê ne, em ditirsin. Gava em herin Qeîlayê, li dijî artêşa Filîstiyan şer bikin, emê bêtir bitirsin.”
Bi vî awayî Dawid û zilamên li ber destê wî, çûn Qeîlayê, li dijî Filîstiyan şer kirin. Dawid heywanên wan bi dest xistin. Filîstiyan bi awayekî giran têk bir û şêniyên Qeîlayê rizgar kirin.
Dawid bi Xudan şêwirî û got: “Ez bidim pey êrîşkarên siwarî, gelo ezê bigihîjim wan?” Xudan jê re got: “Bide pey wan tê bigihîjî wan û tê êsîran rizgar bikî.”