9 Li ser vê yekê, Doêgê Edomî ku li ba leşkerên Şawûl disekinî got: “Min dît ku kurê Yêşa Dawid hat bajarê Novê, ba kurê Ahîtûv, Ahîmelekê Kahin.
Şahidê derewîn bêceza namîne, Kesê bi nefesa xwe derew dike wê nefilite.
Heke serwer guhdariya derewan bike, Wê hemû xizmetkarên wî xerab bin.
Îro wê Aşûrî li Novê bisekinin, Ji Çiyayê Siyona keç re, Ji Girê Orşelîmê re kulma xwe rakin.
Ahiya jî bi wan re bû ku êfod dianî. Ahiya kurê Ahîtûv û Ahîtûv jî birayê Îxavod bû. Ahîtûv û Îxavod kurên Pînehas bûn. Pînehas jî kurê Eliyê kahinê Xudan bû ku li Şîloyê dima. Tu kes bi çûyîna Yonatan nehesiyabû.