6 Di vê navberê de, Şawûl hîn bû ku Dawid û yên li ba wî ne, li ku dimînin. Şawûl di destê wî de rima wî, li Gîvayê, li ser girekî di bin dargezekê de rûdinişt. Leşkerên wî jî li dora wî rûdiniştin.
Dotira rojê Xwedê ruhekî xerab bi hêzeke mezin bi ser Şawûl ve şand. Di malê de bêhemdê xwe dipeyivî. Dawid wekî her car li çengê dixist. Di destê Şawûl de jî rimek hebû.