5 Lê Gadê Pêxember ji Dawid re got: “Di sitargehê de nemîne, here welatê Cihûda!” Li ser vê yekê Dawid ji wir rabû û çû Daristana Heretê.
Di wê navê de Dawid li asêgehê, yekîneya din a Filîstiyan jî li Bêtlehemê bûn.
Dawid serê sibê rabû û gotina Xudan ji Gadê Pêxember ê ku zanyarê Dawid bi xwe ye, hat û got:
Xudan bi Gadê zanyarê Dawid re peyivî.
Qewimînên din ên serweriya Dawidê Padîşah, ji serî heta binî, di Qewimînên Samûêlê Zanyar, di Qewimînên Natanê Pêxember û di Nivîsa Gadê Zanyar de hatin nivîsandin.
Ey Xwedê, tu yî Xwedayê min, Ez li te digerim, Canê min tiyî te bûye, Li diyarekî çol, westa û bêav, Bedena min bêriya te dike.
Bi vî awayî Dawid, diya xwe û bavê xwe danî ba Padîşahê Moavê. Heta ku Dawid di sitargehê de ma, ew jî li ba Padîşahê Moavê man.