4 Kahin got: “Bi min re nanê xwarinê tuneye, lê heke xortan xwe ji jinan dûr girtibin, nanê pîroz heye.”
Mûsa ji gel re got: “Ji bo roja sisêyan xwe amade bikin. Bila di vê navberê de kes neçe nav nivîna jina xwe.”
Tê Nanê Hizûrê hergav deynî ser maseyê, ber min.
Heke zilamek bi jinekê re razê û nêzîkî wê bibe, wê herdu jî xwe bi avê bişon û heta êvarê qirêj bên hesibandin.
û ji kahinên Mala Xudanê Karîndar û pêxemberan bipirsin: “Çawa ku me bi salan e dikir, di meha pêncan de em bigirîn û rojî bigirin?”
Hevdû mehrûm nekin; lê eger ji bo ku hûn xwe bidin duakirinê û bi dilê herdu aliyan be û ji bo demekê be, hingê çêdibe. Piştre dîsa herin ba hev, da ku Îblîs ji ber xwenegirtina we, we neceribîne.
Niha li ba te çi heye? Pênc nan an jî çi hebe bide min.”
Kahin nanê pîroz dayê. Çimkî li wir ji bilî nanê pîroz tu nan tunebû. Dema ku ev nan ji hizûra Xudan dihat hildan, nanê germ datanîn cihê wê.