8 Ew belengazan ji toza erdê radike, Hejaran ji sergoyan derdixe Ku bi mîran re rûnin Û textê rûmetê bibe mîrasa wan. Bingeha dinyayê ya Xudan e, Wî dinya li ser vê daniye.
“Tu ne tiştek bûyî, min tu rakirî û li ser gelê xwe Îsraêl kirî serwer. Lê ew di riya Yarovam de meşiya ku guneh bi gelê Îsraêl dabû kirin. Gunehên we ez hêrs kirim.
Yêhû rabû ket hundir. Xulam rûn bi serê wî de rijand û got: “Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: ‘Min tu kifş kirî û li ser Îsraêla gelê Xudan kirî padîşah.’
Padîşah Daniyêl danî ser meqamê bilind û gelek diyariyên mezin dan wî. Wî ew li ser hemû herêmên Babîlê kir serwer û li ser hemû şehrezayên wê kir qeymeqam.
Ev dadbarî bi fermana çavdêran û kar bi gotina pîrozan hatiye cih. Dilê wî ji kê re bixwaze padîşahiyê dide wî ku her jîndar bizanibe Yê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re serweriya xwe didomîne. Ew dikare bide kesê herî belengaz jî.’
Ew şewqa rûmeta Xwedê û xuyabûna rastîn a cewhera wî ye. Ew her tiştî bi peyva xwe ya hêzdar hildigire. Piştî ku wî paqijbûna gunehan pêkanî, ew li jorê, li milê Yê Mezin ê rastê rûnişt.
Birayên min ên hezkirî, guhdar bin. Ma Xwedê belengazên li dinyayê nebijartine ku di baweriyê de dewlemend bin û bibin wêrisên wê padîşahiya ku wî soz daye wan ên ku ji wî hez dikin?