21 Xudan bi Hannayê re qencî kir û Hanna bi zaro ma. Sê kur û du keçên din anîn. Samûêlê biçûk di bin xizmeta Xudan de mezin bû.
Xudan çawa ku soz dabû, qencî li Sarayê kir û soza xwe pêk anî.
Zarok ji Xudan mîras in, Berê malzarokê, perrû ye.
Wî çaxî tê li ber çavê Xwedê û mirovan, Navdar û keremdar bî.
«Pesin ji Xudan Xwedayê Îsraêl re, Ku ew hat serdana gelê xwe û wî ew bi berdêl xilas kir.
Kurik mezin dibû û bi ruh bi qewet dibû û heta bi wê roja ku ew ji Îsraêl re xuya bû, li çol û çolistanan ma.
Îcar zarok mezin dibû, bi hêz dibû û bi şehrezayiyê tije dibû û qenciya Xwedê jî li ser wî bû.
Îsa jî bi şehrezayiyê pêşve diçû û mezin dibû; ew li ber Xwedê û li ber mirovan keremdar bû.
Paşê jinikê kurek anî û navê wî Şîmşon danî. Kur mezin bû û Xudan ew pîroz kir.
Samûêlê biçûk her ku diçû mezin dibû û li Xudan û li mirovan xweş dihat.
Samûêl mezin dibû û Xudan jî pê re bû. Hemû sozên Xudan pêk hatin. Gotinên wî vala derneketin.