20 Elî, Êlqana û jina wî pîroz dikirin, ji bo wan dua dikir û digot: “Bila Xudan ji dêla vî zarokê ku ji bo wî hatiye pêşkêşkirin, ji vê jina te zarokên din bide te.” Paşê ew vedigeriyan mala xwe.
Qey Xwedê hûn herdu nekiribû ruh û bedenek? Çima yek? Çimkî ew ji xwe re li ziriyetekê digeriya. Loma jî hay ji xwe hebin ku tu kes bêbextiyê li jina ciwaniya xwe neke.
Şimûn ew pîroz kirin û ji diya wî Meryemê re got: «Ev zarokê ha ji bo ketin û rabûna gelekan li Îsraêlê hatiye danîn û ew nîşanek e ku li hember derkevin,
Hemû xelkê li ber dergehê bajêr û rîspiyan got: “Erê, em şahid in. Xudan wê jina ku tê mala te, bike wekî Rahêl û Lêaya ku Mala Îsraêl ava kirin. Tu li nav binemala Efrat dewlemend bî û li Bêtlehemê navdar bî.
Wê soz da û got: “Ya Xudanê Karîndar, heke tu bi rastî hay ji şikestina xulama xwe hebî û min bînî bîra xwe, xulama xwe ji bîr nekî û kurekî bidî min, heta sax be ezê wî pêşkêşî riya te bikim. Wê tu caran gûzan bi serê wî nekeve.”