16 Lê gava pêşkêşkarê qurbanê bigota: “Pêşî divê bez bê şewitandin, paşê çiqas goşt dixwazî hilde” wê xizmetkar bigota: “Na, tê vêga bidî, yan na ezê bi zorê hildim.”
Waliyên beriya min li ser gel bûn bar û ji wan, ji bilî nan û şerabê, 40 şekel zîv jî distandin. Xulamên wan jî bûbûn bela serê gel. Lê ji tirsa Xwedê, min wisa nekir.
Xudan wiha dibêje: “Ya pêxemberên ku gelê min ji rê derdixin! Ya hûn ên ku ji kesên ku we têr dikin re ‘Aştî!’ Û ji kesên ku we têr nakin re ‘Şer!’ dibêjin.
Herwiha beriya şewitandina bez, xizmetkarê kahin ji pêşkêşkarê qurbanê re digot: “Ji bo kahin goştê sorkirinê bide. Kahin ji te goştê kelandî nastîne, ew tenê goştê xav distîne.”