Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl I, 2:14 - Kurmanji Încîl

14 Sêgoyê dixist nava qaqib, beroş, dîz û quşxaneyan. Her tiştê ku bi sêgoyê dihat derxistin, ji bo kahin dihat veqetandin. Ji tevahiya Îsraêliyên ku dihatin Şîloyê re bi vî awayî tevdigeriyan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl I, 2:14
9 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Rast e, ev se têrnexwar in, Nizanin têrbûn çi ye. Ew şivanên nezan in. Gava her kesî qezenc kir, Hemûyan da ser riya xwe.


Min ji qurbanên aştiyê yên ku Îsraêlî pêşkêş dikin, singê pêşkêşiya raberkirinê û hêta ku wekî diyarî tê dayîn, wekî para gelê Îsraêl ya herheyî dan Harûnê Kahin û kurên wî.’”


Hûn çermê gelê min digurînin û goştê wî dixwin. Hûn hestiyên wî dişikênin. Wekî goştê di quşxaneyê de hûr dikin Û di beroşê de dipêjin.”


“Xwezî kesek ji we hebûya ku deriyên Pîrozgehê bi ser we de bigirta û we li ser gorîgeha min beredayî agir pênexista!” Xudanê Karîndar dibêje: “Ez ji we ne razî me û diyariyên destê we jî qebûl nakim!


Guh nedidan rêznameya kahinan a li ser xelkê. Dema kesek goştê qurbanê dikeland, xizmetkarê kahin, di destan de bi sêgoyeke mezin dihat.


Herwiha beriya şewitandina bez, xizmetkarê kahin ji pêşkêşkarê qurbanê re digot: “Ji bo kahin goştê sorkirinê bide. Kahin ji te goştê kelandî nastîne, ew tenê goştê xav distîne.”


Madem wisa ye, çima hûn goşt û nanên ku min ji bo Mala xwe emir kirine kêm dibînin? Tu ji bo çi ji min bêtir rûmetê didin zarokên xwe? Ji bo çi hûn parên herî baş ê gelê min Îsraêl, ji xwe re hildidin û xwe pê qelew dikin?’


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ