10 Kesên li dijî Xudan wê perçe perçe bibin, Xudan ji ezmanan li ser wan dike gurmîn. Wê binê dinyayê jî bibe ber dîwanê, Yê ku padîşahê xwe hêzdar dike, Hêza kesê xwe yê kifşkirî zêde dike Xudan e.”
Xorto! Di ciwaniyê xwe de şa be, Bila di rojên xortaniyê de dilê te, te şa bike. Tu di riya dilê xwe û di ya ku çavê te dibîne de bimeşe, Lê bizane, Xwedê ji bo tevahiya van tiştan dadbar bike.
Hingê Padîşah wê ji yên li aliyê xwe yê rastê re bêje: ‹Werin, hûn pîrozên Bavê min, wê Padîşahiya ku ji damezrandina dinyayê ve ji bo we hatiye amade kirin, bistînin.
çawa Xwedê Îsayê Nisretî bi Ruhê Pîroz û bi hêzê mesh kir û çawa ew geriya, wî qencî kir û hemû yên ku di bin serdestiya Îblîs de bûn sax kirin. Çimkî Xwedê bi wî re bû.
Çimkî bi rastî li vî bajarî, Hêrodês û Pontiyos Pîlatos, bi miletan û bi gelê Îsraêl re, li hember xizmetkarê te yê pîroz Îsa, yê ku te meshkirî, civiyan,
Çimkî divê em hemû li ber kursiyê Mesîh ê dîwanê xuya bibin, da ku her kes li gor tiştên ku hê ew di bedenê de bû, kirine – qenc bin an jî xerab bin – bistîne.
Ma îro ne dema dirûna genim e? Ezê niha gazî Xudan bikim ku gurîniya ezmên û baranê bişîne. Bi vî awayî bi xwestina padîşahekî, hûnê fêm bikin ku di çavê Xudan de we xerabiyeke çiqas mezin kiriye.”
Va ye ez li ba we me. Min ga û kerê kî jê standiye? Min kî ji we xapandiye? Gelo min zordarî li we kiriye? Heta niha min ji kî bertîl standiye û xwe kor kiriye? Li ber Xudan û li ber yê ku wî kifş kiriyê şahidî ji min re bikin ku ez jî li we vegerînim.”
Xudan ji Samûêl re got: “Tê heta kengê şîna Şawûl bikî? Min ew ji padîşahiyê avêt. Qiloçê zeytê dagire û here. Ezê te bişînim ba Yêşayê Bêtlehemî. Min ji nav zarokên wî, ji xwe re padîşahek hilbijart.”
Gava Samûêl ev yek dikir, Filîstî ji bo êrîşê nêzîk bûbûn. Lê Xudan wê rojê bi dengê bilind kir qîrîn û Filîstî pir tirsiyan. Ew li dijî gelê Îsraêl şikestin.