1 Hannayê wiha dua kir: “Dilê min, bi Xudan şa dibe, Yê ku hêza min zêde dike Xudan e, Li dijî dijminên xwe, bi te dipesinim, Bi rizgariya te dilşa dibim.
Mattanyayê serekê duakirin û pesindanê kurê Mîxayê kurê Zavdiyê kurê Asaf, Baqbûqyayê di nav birayên wî de peywirdarê diduyan bû û Evdayê kurê Şammûayê kurê Galalê kurê Yedûtûn.
Ew bi qasî gayekî nixurî rewnaq e. Qiloçên wî, wekî qiloçên boxeyekî ne. Wê heta binê dinyayê, Bi wan, gelan birîndar bike. Wisa ne deh hezarên Efrayîm, Wisa ne hezarên Minaşşe.”