Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl I, 19:4 - Kurmanji Încîl

4 Yonatan li ser Dawid ji Şawûlê bavê xwe re tiştên baş gotin: “Bila padîşah xerabiyê li Dawidê xulamê xwe neke. Çimkî wî tu xerabî li te nekiriye. Hemû karên wî ji bo te gelekî baş bûne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl I, 19:4
15 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Rûbên li wan vegerand û got: “Ma min ji we re ne got: ‘Li dijî kurik gunehkariyê nekin’? Lê we guhdarî nekir! Va ye niha li hesabê xwîna wî tê pirsîn.”


“Mirovê ku xwîna mirovan birijîne, Wê bi destê mirovan xwîna wî bê rijandin. Çimkî Xwedê mirov di sûretê xwe de çêkirin.


Di ber qenciya min de, dikin xerabî, Da ku canê min bêhêvî bihêlin.


Bi ser ku ez bêrî me, Xwe amade dikin, ji bo êrîşkirina min. Rabe, hişyar be, were alîkariya min!


Kî beramberê qenciyê xerabî dike, Xerabî ji mala wî dernakeve.


Ma bergîdana qenciyê xerabî ye? Lê wan li dijî canê min çalek kolane. Bi bîr bîne, ez çawa li pêş te sekinîbûm Ku ji bo wan qenciyê bixwazim Û xezeba te ji ser wan bizivirînim.


Û bi vî awayî bi gunehkirina li hember birayan û birîndarkirina wijdana wan a qels, hûn li hember Mesîh guneh dikin.


Her kesê ku ji birayê xwe nefret dike, mêrkuj e û hûn dizanin ku jiyana herheyî bi tu mêrkujî re tune.


Heke mirovek li dijî mirovekî din gunehekî bike, Xwedê dibe navbeynkarê wan. Lê heke mirov li dijî Xudan guneh bike, wê kî wî biparêze?” Lê wan guh nedida dengê bavê xwe. Loma jî Xudan biryar dabû ku wan bikuje.


Yonatan li ser vê gotinê wiha got: “Çima bimire? Wî çi kiriye?”


Ahîmelek wiha got: “Di nava tevahiya peywirdarên te de, kesekî bi qasî Dawid girêdayî te heye? Dawid zavayê te û fermandarê te yê parêzvanan e. Ew di mala te de kesekî rêzdar e.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ