3 Ezê jî herim ba bavê xwe, zeviya ku tu lê yî. Ezê li wir derbarê te de bi bavê xwe re bipeyivim. Heke ez tiştekî bizanibim ezê ji te re bêjim.”
Heval herdem hez dike, Bira jî, ji bo tengasiyê çêbûye.
Loma Yonatan ji Dawid re got: “Bavê min Şawûl dixwaze te bikuje. Ez ji te lava dikim, sibê hay ji xwe hebe û xwe li cihekî bi ewle veşêre.
Gava niyeta bavê min kuştina te be, ez ji te re nebêjim û te dernexim ewlehiyê, bila Xudan jê xerabtir bîne serê min. Xudan bi te re be, çawa ku bi bavê min re jî bû.
Yonatan got: “Xwedê neke! Gava ez bizanibim bavê min dixwaze xerabiyê li te bike, ma ezê ji te re nebêjim?”