6 Dema ku Dawid Golyatê Filîstî kuşt, di vegerê de ji hemû bajaran jinên Îsraêlî bi def û tembûrên xwe yên sê têlî, bi kêf û şahî, bi govend û stranan pêşwaziya Şawûlê Padîşah kirin.
Yîftah vegeriya mala xwe ya li Mîspayê. Dît ku keça wî li defê dixe, direqise û tê pêşiya wî. Ew zaroka wî ya yekta bû. Ji xeynî wê ne kur, ne jî keça wî hebû.
Dawid her cihê ku Şawûl jê re got here, diçû û serfiraz dibû. Şawûl ew kir yek ji serleşkerên xwe. Ev bi dilê tevahiya gel û bi dilê leşkerên Şawûl jî bû.