5 Dawid her cihê ku Şawûl jê re got here, diçû û serfiraz dibû. Şawûl ew kir yek ji serleşkerên xwe. Ev bi dilê tevahiya gel û bi dilê leşkerên Şawûl jî bû.
û ew ji hemû tengahiyên wî rizgar kir û li ber Firewn, yanî padîşahê Misrê kerem û şehrezayî da wî. Firewn jî ew li ser Misrê û li ser hemû mala xwe kir şahne.
Xudan bi eşîra Cihûda re bû. Wan herêma çiyayî ji xwe re kir milk, lê ew nikaribûn şêniyên deştê biqewitînin. Çimkî erebeyên wan ên şer ên hesin hebûn.
wî ji nav gel sê hezar kes hilbijartin. Ji wan, du hezar kes li Mîkmasê û li herêma çiyayî ya Bêt-Êlê pê re bûn. Hezarê din jî li bajarê Gîvayê yê welatê Binyamîn bi Yonatan re bûn. Kesên din jî wî şandin konên xwe.
Dema ku Dawid Golyatê Filîstî kuşt, di vegerê de ji hemû bajaran jinên Îsraêlî bi def û tembûrên xwe yên sê têlî, bi kêf û şahî, bi govend û stranan pêşwaziya Şawûlê Padîşah kirin.