51 Dawid beziya, li ber serê Golyat sekinî, şûrê wî ji kalên derxist, ew kuşt û serê wî jê kir. Piştî ku Filîstî dîtin mêrxasê wan Golyat mir, reviyan.
Kahin got: “Va ye şûrê Golyatê Filîstî ku te li Newala Elayê ew kuştibû. Şûr, ew li pişt êfodê bi kincekî hatibû pêçandin. Dixwazî bibe. Wekî din tiştekî din tuneye.” Dawid got: “Jê çêtir tuneye, bide min.”
Loma çawa ku zarok xwîn û goşt in, ew bi xwe jî wisa di eynî tiştan de bû hevpar; da ku ew wî yê ku xwediyê hêza mirinê ye, yanî Îblîs, bi mirinê betal bike
Wan serê Şawûl jêkir û çekên wî şelandin. Piştre wan qasid şandin seranserê welatê xwe ku vê xebera baş li malikên pûtên xwe û di nav gel de belav kirin.