41 Golyat tevî şervanekî ku mertal di destan de bû, ber bi Dawid ve dihat.
Xudan ji Yêşû re got: “Rima di destê xwe de ber bi aliyê Ayê ve bilind bike. Ez wê derê didim destê te.” Yêşû rima di destê xwe de ber bi aliyê bajêr ve bilind kir.
Wî rahişt şivdarê xwe û ji newalê pênc kevir hilbijartin. Ew xistin tûrikê xwe. Rahişt berkaniya xwe û ber bi Golyatê Filîstî ve meşiya.
Ji serî heta binî temaşeyî Dawid kir. Dît ku ew bi tenê ciwanekî bedew, lihevhatî û rûsorik bû, lewma wî ew kêm dît.
Destiyê rima wî, wek darê tevnê bû. Serê rima wî bi qasî şeş sed şekelî hesin bû. Xulamê wî, mertal di destan de, li pêşiya wî dimeşiya.