23 Gava Dawid bi birayên xwe re diaxivî, şervanê Filîstî Golyatê Gatî ji qada şer, her wekî berê tinazê xwe bi leşkerên gelê Îsraêl dikir û diqîriya. Dawid gotinên wî dibihîstin.
Dema ku Îsraêliyan Golyat didît, hemû ji ber wî direviyan û gelekî jê ditirsiyan.
Ji artêşgeha Filîstiyan pehlewanekî bi navê Golyatê Gatî derket meydanê. Bejna wî şeş gaz û bostek bû.