2 Şawûl û gelê Îsraêl kom civiyan. Wan li Newala Elayê artêşgeh danî û ji bo şerê Filîstiyan tevdîra xwe girê da.
Wan bi Şawûl û hemû zilamên gelê Îsraêl re li Newala Elayê li dijî Filîstiyan şer dikirin.
Filîstî li aliyekî gir, Îsraêlî jî li aliyê din bûn û di navbera wan de newalek hebû.
Dawid rabû û wê rojê ji ber Şawûl reviya, çû ba Axîşê Padîşahê Gatê.
Kahin got: “Va ye şûrê Golyatê Filîstî ku te li Newala Elayê ew kuştibû. Şûr, ew li pişt êfodê bi kincekî hatibû pêçandin. Dixwazî bibe. Wekî din tiştekî din tuneye.” Dawid got: “Jê çêtir tuneye, bide min.”