16 Golyatê Filîstî çil rojan, serê sibê û êvarê diçû-dihat û sondika wan dixwar.
Piştî ku Îsa çil roj û çil şevî rojî girt, birçî bû
û ew çil rojî ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin. Wî di wan rojan de tiştek nexwar û gava ew roj derbas bûn, ew birçî bû.
Dawid ji bo ku keriyê bavê xwe biçêrîne, diçû Bêtlehemê û vedigeriya ba Şawûl. Ev çûn û hatin her berdewam bû.
Yêşa ji kurê xwe Dawid re got: “Were vê efaya ji genimê qelandî û van deh nanan hilde û bilezîne bibe artêşgehê bide birayên xwe.