5 Wî got: “Belê xêr e, ji bo aştiyê hatim. Hatim ku qurbanê pêşkêşî Xudan bikim. Rabin û bi min re werin.” Samûêl, gazî Yêşa û zarokên wî kir ku werin ser qurbanê.
Ruhê Xwedê hat ser Emasayê Pêşengê Sî Serekan û jê re got: “Ya Dawid, em ên te ne! Ya kurê Yêşa, em bi te re ne! Silav li te, silav! Silav li alîkariyên te jî! Çimkî Xwedayê te alîkariya te dike.” Dawid ew birin ba xwe û ew kirin serekê êrîşkaran.
Gava rojên ziyafetê diqediyan, Eyûb gazî wan dikir û bi vî awayî ew pîroz û paqij dikirin. Ew serê sibê zû radibû, li gorî hejmara zarokên xwe qurbanên şewitandinê pêşkêş dikir û digot: “Belkî zarokên min guneh kiribin û di dilê xwe de çêrî Xwedê kiribin.” Eyûb hergav wiha dikir.
Gel bicivînin, civakê pîroz bikin. Rîspiyan bidin hev, Zarokan, heta zarokên berşîr jî bicivînin. Bila zava ji odeya xwe, Bûk jî, ji odeya xwe rabe were.
Gel digeriya, dida hev, bi destaran dihêra yan jî di coniyan de dikuta. Ew di quşxaneyê de dikeland û jê kilor çêdikir. Tehma wê wekî tehma wê xwarinê bû ku bi zeytê hatibû çêkirin.
Rabe! Gel pak bike û bêje: ‘Ji bo sibê xwe pak bikin. Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ya gelê Îsraêl! Di nav we de tiştên ku hatiye veqetandin hene, heta hûn tiştên ku hatine veqetandin ji nav xwe dernexin, hûnê nikaribin li dijî dijminên xwe li ber xwe bidin.’