Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl I, 16:16 - Kurmanji Încîl

16 Bila xweyê me ji xulamên ba xwe re disekinin bêje, bila zilamekî bibînin ku baş li çengê dixe. Gava ew ruhê xerab ku Xwedê şandiye bê ser te, wê lê bixe û tê jî baş bibî.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl I, 16:16
10 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Niha zilamekî ku li tembûrê dixe ji min re bînin.” Gava zilam li tembûrê dixist, destê Xudan hat ser wî.


Xwezî bi zilamên te û bi van xulamên te! Çimkî herdem li ber te disekinin û şehrezayiya te dibihîzin.


Rojekê Şawûl li mala xwe rûdiniştibû û di destên wî de rimek hebû. Bi destûra Xudan ruhekî xerab hat ser Şawûl. Herçî Dawid bû li çengê dixist.


Dotira rojê Xwedê ruhekî xerab bi hêzeke mezin bi ser Şawûl ve şand. Di malê de bêhemdê xwe dipeyivî. Dawid wekî her car li çengê dixist. Di destê Şawûl de jî rimek hebû.


Piştre tê herî Gîvat-Êlohîmê ku cihê artêşgeha Filîstiyan li wir e. Gava tu ketî bajêr, tê rastî komekî pêxemberan werî. Li pêşiya wan hinek kes hene ku pêxemberiyê dikin û li def û tembûrê, li bilûr û li çengê dixin û ji cihê perizînê têne xwarê.


Çaxê Ûsiv ket xizmeta Firewnê Padîşahê Misrê, sî salî bû. Ûsiv ji dîwana Firewn rabû û li seranserê welatê Misrê geriya.


Ruhê Xudan ji Şawûl veqetiya. Ruhekî xerab ji aliyê Xudan ve ew aciz dikir.


Xulamên Şawûl jê re got: “Va ye ji aliyê Xwedê ve ruhekî xerab te aciz dike.


Şawûl ferman da xulaman: “Ji min re zilamekî bibînin ku baş li çengê bixe.”


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ