12 Yekî şandin pey û ew anîn. Ew yekî bedew, lihevhatî, çavên wî xweşik û rûsorik bû. Xudan ji Samûêl re got: “Rabe, wî rûn bike! Kesê ku min kifş kirî ev e.”
Gotinên Dawid ên dawîn ev in: Gotina Dawidê kurê Yêşa, Gotina zilamê ku Xwedayê Aqûb ew bilind kiriye, Kesê ku Xwedê ew kifş kiriye Û stranbêjê delal ê gelê Îsraêl, ev e:
Çimkî bi rastî li vî bajarî, Hêrodês û Pontiyos Pîlatos, bi miletan û bi gelê Îsraêl re, li hember xizmetkarê te yê pîroz Îsa, yê ku te meshkirî, civiyan,
Xortekî lê vegerand: “Ez kurekî Yêşayê Bêtlehemî nas dikim ku baş li çengê dixe. Bi ser de jî ew mêrxasekî wêrek, biaqil û lihevhatî ye. Xudan jî pê re ye.”
Şawûl dît ku Dawid şerê Golyatê Filîstî dike. Ji Avnêrê fermandarê artêşê pirsî: “Ya Avnêr, ev xort kurê kê ye?” Avnêr got: “Bi serê te nizanim padîşahê min.”