9 Şawûl û leşkerên wî, tevî Agag, tevahiya pez-dewarên qelew û dermalekirî, hemû tiştên baş parastin. Wan nexwest bi tevahî tune bikin. Bi tenê tiştên qels û bêqîmet tune kirin.
Ben-Hadad jê re got: “Ezê bajarên ku bavê min ji bavê te standibûn bidim te û wekî bavê min li Sameryayê kiribû, tu jî dikarî li Şamê ji bo xwe sûkan ava bikî.” Ahav jê re got: “Ezê li gorî van şertan te berdim.” Wî peymanek çêkir û ew berda.
Nabe hûn dest bidin tiştekî ku ji Xudan re hatiye veqetandin. Hay ji xwe hebin, heke hûn tiştekî hatiye veqetandin hildin, hûnê xerakirinê bi ser artêşgeha gelê Îsraêl de bînin û bixin tengasiyê.
Dema min ji nav talên xiftanek xweşik ê karê Şînarê, du sed şekel zîv û pariyek zêr ê ku giraniya wê pêncî şekel e dîtin, min çav berdayê û min ew birin. Niha ew di nav konê min de, di axê de veşartî ne. Zîv di binî de ye.”
Şawûl got: “Gel ew ji Emalêqiyan standin ku ji Xwedayê te Xudan re bikin qurban. Wan dil neda pez û dewarên herî baş bikujin. Lê me yên mayîn bi temamî kuştin.”
Rabe here li Emalêq bixe û her tiştê wan bi tevahî tune bike. Li ber wan nekeve. Ji mêr, jin û zarokan bigire heta zarokên berşîr, ga, pez, deve heta bi kerên wan hemûyan bikuje.’”