Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Samûêl I, 15:6 - Kurmanji Încîl

6 Şawûl ji Qêniyan re got: “Herin veqetin, ji nav Emalêqiyan derkevin ku ez bi wan re we jî helak nekim. Çimkî dema ew ji Misrê derketin we dilovanî bi hemû Îsraêliyan re kir.” Qênî jî, ji nav Emalêqiyan veqetiyan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Samûêl I, 15:6
21 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

ku welatê Qêniyan, Qenîzziyan, Qadmoniyan,


Dûrî te be ku tu wiha bikî û tu kesê rast jî bi kesê xerab re bikujî û rast bibin wekî xerab! Ma dadgerê tevahiya dinyayê ya rast neke?”


Binemalên nivîsendeyên ku li Yabêsê rûdiniştin, ev bûn: Tîratî, Şîmatî û Sûxatî. Ew Qêniyên ji ziriyeta Hammatê bavkalê Mala Rêxav in.


Tu guhê xwe bide dengê min, ez şîretekê li te bikim û bila Xwedê bi te re be! Divê tu ji dêla gel ve, li ber Xwedê bisekinî. Meseleyên wan bibî ber Xudan.


Dev ji sexikbûna xwe berdin û bijîn. Di riya fêmdariyê de bimeşin.


Tevahiya gelê Îsraêl ê li derdorê ji ber qîrîna wan reviya û got: “Bila erd me jî danequrtîne.”


Wî hê bi gelek peyvên din şahidî kir, ew şidandin û got: «Xwe ji vî nifşê jirêderketî xilas bikin.»


Xudan dibêje: «Loma ji nav wan derkevin û veqetin, Dest nedin tiştê murdar. Hingê ezê we qebûl bikim.»


Bila Xudan rehma xwe li mala Onîsîforos bike, çimkî wî gelek caran dilê min rihet kir û ji girtîbûna min şerm nekir,


Ew dibêjin: «Ew fêkiyên ku dilê te diçû wan Ji destê te derketin, Tiştên şewqdar û dilkêş Ji te re neman Û êdî tu kes tu caran wan nabîne.»


Ziriyeta Qêniyê xezûrê Mûsa, bi Cihûdayiyan re ji Bajarê Xurmeyan rabû çû Beriya Cihûdayê ya ku dikeve Başûrê Eradê û bi wan re rûnişt.


Di vê navberê de Heverê Qênî ji Qêniyên din qetiyabû ku ji ziriyeta Hovavê xezûrê Mûsa bûn. Wî konê xwe li ber darmaziya Saenannîmê danîbû ku nêzîkî Qedeşê bû.


“Bila Yaelê jina Heverê Qênî, Di nav jinan de bi zêdebarî pîroz be! Bila di nav jinên konan de, Bi zêdebarî pîroz be!


Şawûl hat bajarê Emalêqiyan û li gelî kemîn danî.


Dema ku Axîş digot: “We îro êrîş biriye ser ku?” Dawid digot: “Me êrîş bir ser başûrê Cihûdayê, başûrê Yerahmeyêliyan û Qêniyan.”


Raxala ku bajarên Qêniyan, Yerahmeyêliyan in,


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ