3 Rabe here li Emalêq bixe û her tiştê wan bi tevahî tune bike. Li ber wan nekeve. Ji mêr, jin û zarokan bigire heta zarokên berşîr, ga, pez, deve heta bi kerên wan hemûyan bikuje.’”
Xudan ji Mûsa re got: “Tu vê wekî bîranînekê di nivîseke de binivîse û di guhê Yêşû de jî bibêje ku ezê navê Emalêqiyan bi tevahî ji ser rûyê erdê rakim.”
Tê li ber wan neçî ser çokan û xulamiya wan nekî. Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Xwedayekî xîretkêş im. Ez hesabê sûcên kesên ji min nefret dikin, ji zarokên wan, ji neviyên wan, ji nifşê sisêyan û çaran jî dipirsim.
Wî bajar, padîşahê wê û hemû gundên wê desteser kirin. Wî kesên tê de dan ber şûran û bi tevahî tune kirin. Wî tu kesî sax nehiştin. Ya ku anîbû serê Hevronê, Lîvnayê û padîşahê wê, anî serê Devîrê û padîşahê wê jî.
Şawûl û leşkerên wî, tevî Agag, tevahiya pez-dewarên qelew û dermalekirî, hemû tiştên baş parastin. Wan nexwest bi tevahî tune bikin. Bi tenê tiştên qels û bêqîmet tune kirin.