2 Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Li bîra min e Emalêq çi anî serê gelê Îsraêl. Gava ew ji Misrê derketin, di rê de li dijî wan rabûn.
Tîmnaya cariyeya Êlîfazê kurê Esaw ji Êlîfaz re Emalêq anî. Ev neviyên Edaya jina Esaw bûn.
Gebal, Ammon û Amalek, Gelê Sûr û Filîstî,
Wê tu kes êdî hînî bira û cîranê xwe neke û nebêje: ‘Xwedayê xwe nas bike!’ Çimkî ji biçûkan heta mezinan, Wê hemû min nas bikin.” Ev e gotina Xudan. “Çimkî ezê neheqiyên wan bibexişînim Û êdî ezê gunehên wan bi bîr neyînim.”
Lê ew nafikirin, Ez tevahiya xerabiyên wan tînim bîra xwe. Gunehên wan ew dorpêç kirine, Va ye li ber çavê min in.
Xudan bi navê rewnaqiya Aqûb sond xwar: “Ezê hemû karên wan qet ji bîr nekim.
Gava Balam Emalêqî dîtin, dest bi mesela xwe kir û got: “Emalêqî di nav miletan de yekem e, Lê wê di dawiyê de tune bibe.”