6 Yonatan ji xortê çekdarê xwe re got: “Were em herin nav artêşgeha van bêsinetan. Dibe ku Xudan ji me re li hev bîne. Çimkî ji bo Xudan ne zor e ku di kêmbûnê yan zêdebûnê de rizgar bike.”
Belkî Xwedayê te Xudan, hemû gotinên fermandarê ku xweyê wî Padîşahê Aşûrê ew şandî û pê Xwedayê Jîndar tinazên xwe kirin, bibihîze û ji ber van gotinan wî ceza bike. Divê tu ji kesên me yên mayî re dua bikî.’”
Misrî, Cihûdayî, Edomî, Emmonî, Moavî û hemû kesên ku li beriyê dijîn û kesên porê li kêlekên serê xwe diqûsînin. Çimkî tevahiya van miletan bêsinet in û tevahiya Mala Îsraêl di dil de bêsinet in.”
Tevahiya nefsbiçûkên welêt Yên ku bi rê û rêbazên Xudan dikin, Li Xudan bigerin! Li edaletê bigerin, Li nefsbiçûkiyê bigerin. Dibe ku di roja hêrsa Xudan de Hûn bên parastin.
Çawa ku Xudan wê rojê gotiye, tu îro vê herêma çiyayî bide min. Te jî wê rojê bihîstibû ku Enaqî li wê derê rûdinin û bajarên wan bi sûr in. Heke Xudan bi min re bibe alîkar, ezê çawa ku wî ji min re gotibû, wan biqewitînim.”
Dawid ji zilamên ba xwe re got: “Kesê vî zilamê Filîstî bikuje û vê şermê ji ser gelê Îsraêl rake wê bi çi bê xelatkirin? Ev Filîstiyê bêsinet kî ye ku gefê li artêşa Xwedayê Jîndar dixwe?”
Îro wê Xudan te bide destê min. Ezê te bikujim û serê te ji gewdeyê te veqetînim. Ezê bedena leşkerên Filîstî jî bidim teyrên ezmanan û heywanên çolê! Bi vî awayî wê tevahiya dinya bizanibe ku Xwedê li welatê Îsraêl heye.
Şawûl ji çekdarê xwe re got: “Şûrê xwe bikişîne û li min bixe. Yan na, wê ev bêsinet bên, li min bixin û tinazên xwe bi min bikin.” Lê çekdarê wî gelek tirsiya û nexwest vê yekê bike. Li ser vê yekê Şawûl rabû şûrê xwe kişand û xwe avêt ser şûr.