4 Bi vî awayî tevahiya gelê Îsraêl bihîst ku Şawûl hêza Filîstî têk biriye û dilê Filîstiyan ji Îsraêliyan dixele. Li ser vê yekê gel li Gîlgalê li dora Şawûl kom bû.
Aqûb ji Şimûn û ji Lêwî re got: “We Kenanî û Perîzziyên ku li vî welatî rûdinin ji min re kir dijmin û belayek anî serê min. Em hindik in, heke ew hêza xwe li dijî min bikin yek û êrîşî min bikin, ezê bi malbata xwe re tune bibim.”
Wê gavê hûnê bêjin: ‘Em xulamên te, ji zarokatiya xwe ve, wekî bav û kalan xweyî pez in.’ Wê ji we re destûr bê dayîn ku hûn li herêma Goşenê bi cih bibin. Çimkî şivantî li ba Misriyan kirêt e.”
Gava Emmoniyan dît ku li ber çavê Dawid reş bûne, wan xeber şand Bêt-Rehov û Sovayê. Bîst hezar leşkerên peya yên Aramî, Padîşahê Maexayê û hezar leşkerên wî ji gelê Tovê jî duwanzdeh hezar zilam kirê kirin.
Ji wan re got: “Bila Xudan a ku we kir bibîne û ceza bike! We em di çavê Firewn û peywirdarên wî de rezîl kirin. Ji bo ku me bikujin, we şûrek da destê wan.”
Niha beriya min here Gîlgalê. Ji bo serjêkirina qurbanên aştiyê û şewitandinê ezê jî bêm ba te. Lê tê heft rojan li benda min bisekinî. Kengê ez hatim ba te, çi lazim be ezê ji te re bibêjim.”