22 Ji ber vê yekê, di şer de ji Şawûl û Yonatan pê ve, bi kesî re şûr û rim tunebû.
Wî ji min re got: “Gotina Xudan a ji bo Zerûbbabîl ev e: ‘Wê ne bi hêz û qewetê lê bi Ruhê min be’ dibêje Xudanê Karîndar.
Em di firaxên herrî de xwediyê vê xezînê ne; da ku bê zanîn, mezinahiya zêde ya hêzê ne ji me ye, lê ji Xwedê ye.
Gava îlahên nû hilbijartin, Şer li nav dergehên bajêr bû. Di destê çil hezar leşkeran de, Li welatê Îsraêl ne rim, ne mertal hebû.
Bihayê tûjkirina gîsinek û tevirekê, du par ji sêyê şekelekî bû. Bihayê tûjkirina zextan, tevir, zixtan dixwestin jî, ji sê paran yek yê şekelekê bû.
Hemû civaka li vir wê bizanibe ku Xudan bi şûr û mertalan rizgar nake. Çimkî şer, şerê Xudan e û wê we bide destê me.”
Bi vî awayî Dawid bi kevir û berkaniyê zora Golyatê Filîstî bir û ew tera kir. Di destê Dawid de şûr tunebû.