13 Samûêl hêrs bû û got: “Te bêaqilî kir. Te guh neda fermana Xwedayê xwe Xudan ku li te kiribû. Heke te wisa nekira, wê Xudan padîşahiya te bêdawî bikira.
Piştî ku wî gel hejmart, Dawid xwe sûcdar dît û ji Xudan re got: “Min gunehekî mezin kir! Ya Xudan, ez lava dikim sûcê xulamê xwe bibexişîne. Min bêaqiliyeke mezin kir.”
Ahav ji Êlyas re got: “Ya dijminê min, tu hatî dîtina min?” Wî got: “Belê ez hatim dîtina te. Çimkî te xwe firot ku tu tiştên di çavê Xudan de xerab in bikî.
Bi vî awayî Şawûl ji ber nedilsoziya xwe mir. Ew bi Xudan re nedilsoz bû û gotina Xudan pêk neanî. Bi ser de jî, ji bo riyekê nîşanî wî bide, wî şêwra xwe bi cinbazekê kir.
‘Niha Filîstî wê li Gîlgalê bi ser min de bên. Lê belê hê min alîkariya Xudan nexwestibû.’ Ji ber vê yekê min pêwîst dît ku ez bixwe qurbana şewitandinê pêşkêş bikim.”
“Ez poşman bûm ku min Şawûl kir padîşah. Çimkî êdî ji pey min vegeriya û gotinên min bi cih neanî.” Hêrsa Samûêl rabû û tevahiya şevê hewar û gaziyê xwe bir Xudan.
Lê Samûêl got: “Ma Xudan ji guhdariya dengê xwe zêdetir, ji pêşkêşî û qurbanên şewitandinê hez dike? Guhdarîkirin ji qurbanan û îtaetkirin ji bezê beranan çêtir e.
Xudan ji Samûêl re got: “Tê heta kengê şîna Şawûl bikî? Min ew ji padîşahiyê avêt. Qiloçê zeytê dagire û here. Ezê te bişînim ba Yêşayê Bêtlehemî. Min ji nav zarokên wî, ji xwe re padîşahek hilbijart.”
Li ser vê yekê Şawûl got: “Min guneh kir. Kurê min Dawid vegere. Ez êdî xerabiyê li te nakim. Çimkî te îro qîmet da min. Bi rastî jî min bêaqilî kir, min şaşiyeke pir mezin kir.”