12 ‘Niha Filîstî wê li Gîlgalê bi ser min de bên. Lê belê hê min alîkariya Xudan nexwestibû.’ Ji ber vê yekê min pêwîst dît ku ez bixwe qurbana şewitandinê pêşkêş bikim.”
Hûn dibêjin: “Wê kengê Heyva Nû biqede Ku em dexlê xwe bifiroşin? Wê kengê Roja Septê biqede Ku em devê genimê xwe vekin? Em efayê biçûk bikin û şekelê mezin bikin. Em mêzînên bi hîle bixebitînin
Samûêl pirsî û got: “Te çi kir?” Şawûl got: “Gel xwe ji min dida alî. Tu jî di roja kifşkirî de nehatî. Bi ser de Filîstî li Mîkmasê kom bûn. Li ser vê yekê min got:
Samûêl hêrs bû û got: “Te bêaqilî kir. Te guh neda fermana Xwedayê xwe Xudan ku li te kiribû. Heke te wisa nekira, wê Xudan padîşahiya te bêdawî bikira.
Lê Samûêl got: “Ma Xudan ji guhdariya dengê xwe zêdetir, ji pêşkêşî û qurbanên şewitandinê hez dike? Guhdarîkirin ji qurbanan û îtaetkirin ji bezê beranan çêtir e.